Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leşkerên Amerîkî bo Alîkarîyê li Nêzî Marawî ya Fîlîpînê Ne


Reuters’ê ragihand ku leşkerên Amerîkî li nêzî Marawî ya li başûrê Fîlîpînê ne, lê hîn neketine nav şerê dijî çekdarên Îslamî yên ku 3 hefte ne kontrola wî bajarî bi dest xistine.

General Restituto Padilla di preskonferansekê dîyar kir ku hin personelên Amerîkî jibo alîkarîya leşkerên Fîlîpînî bikin hatine.

‘’Ez hejmara wan û armanca wan ya taybet nizanim. Jibo xweparastinê dikarin çekên xwe bixebitînin. Lê hîn destûr tine ku ew di cengê kevin, tenê alîkarîyê dikin’’ Padilla got.

Artêşa Fîlîpînî berê jî ragihandibû ku Amerîka, li dijî çekdarên Îslamî yên di Marawî de, alîkarîya alavên teknîk dike.

Hîn tam ne dîyar e ku leşkerên Amerîkî çiqas li dûrî herêma cengê ne. Balyozxaneya Amerîkî ya li Manîla ser leşkeran ti agahî neda.

Artêşa Fîlîpînî dîyar kir ku heta niha 290 kes li Marawî hatine kuştin ku ji van 206 mîlîtan, 59 leşker û 26 jî sîvîl in.

Artêşê bi berdewamî got ku bi qasî 100 çekdar di hindurê Marawî de mane û wan bi qandî 300-600 sîvîl jî dîl girtine.

XS
SM
MD
LG