Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio roja Çarşemê îdîayên serkeftina rejîma Îranê di şerê dawî de red kir û got ku di desthilatdarîya Îranê de biryarderên nermrê tune ne
Rubio ji Komîteya Karûbarên Derve ya Kongresê re got ku kesên li nav rejîma Îranê , yan tundrê ne yan jî gelek tundrê ne.
Rubio Operasyona Hêrsa Dastanî bidawî bûye û Amerîkayê êdî êrîşên berdewam di hundirê Îranê de ji bo tunekirina şiyanên wê yên leşkerî pêk nayîne.
Rubio di bersiva pirsa ka kî di şer de serkeftîye, got: "dema em serketinê pênase bikin, emê serketinê wekî wêrankirina binesazîya berevaniya wan, jinavbirina hejmarek zêde ya bingehên avêtina mûşekan, jinavbirina dronan û wêrankirina tiştê mayî ji hêza wan ya esmanî û bi tevahî wêrankirina deryavaniya wan, em dikarin serketinê weha pênase dikin."
"EW hemî neman e. Ji ber wê yekê ez wê wekî serkeftinekê dibînim û me ew wekî serkeftinek dîtiye. Armanca operasyonê jî ev bû," Rubio got.
Di bersiva nûnerekî Demokrat de, ku îdîa kir ku Amerîkayê şerê xwe yê li dijî rejîma Îranê winda kiriye, Rubio got ku raportên dibêjin Komara Îslamî biserketiye"sexte û derew in."
Wî got, "Rejîma Îranê piştî Operasyona Hêrsa Dastanî û hêrsa aborî bi giranî têk çûye û qels bûye. Gelê Îranê gelek nerazî ye, lê rejîm bi kuştin û tepeserkirinê li dijî xwepêşanderan tevgerîya û neçar kirin ku vegerin malê û rê bi xwepêşandanên nerazî nade.