Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şandeka Mêrdîn û Nisêbînê Serdana Duhokê Dike


Serdana Şanda Mêrdînê bo Duhokê

Her yek ji Alî Xeyrî Çelîk miftiyê Mêrdînê û Fesîh Memîş serokê sazîyên Mêrdînê digel şandeke mezin, seredana parêzgeha Duhokê kirin bi merema beşdarîkirinê di şîna 5 qurbanîyên Duhokê ku li ser rêya Nisêbîn û Mêrdîn roja 19ê mehê li Tirkiyê hatin kuştin.

Parêzgarê Duhokê Dr. Alî Teter di peyva xwe da amaje da wê yekê ku ev renge kirîyarên ne mirovatî kartêkirinê li peywendîyên “me û Kurdên Bakur” li Tirkiyê nakin.

Miftîyê Merdînê Alî Xeyrî Çelîk di peyva xwe da got,”em vê kiryarê şermizar dikin û em wek miletê Tirk gelek bi vê diêşin. Em birayên hev in û ev tiştên ne xweş peywendiyên me têk nadin. Birîna me yek e.”

Li dor dawî zanyarên bûyera kuştina 5 welatîyên Duhokê li Tirkîyê, 4 kes hatine girtin û yek ji wan danpêdan bi tawana xwe kirîye ku ew kes eve çend sal in li Duhokê kar dike li komelgeha Evro Sitî û têkelî di gel malbata mela Ehmed Rekanî hebûn.

Herçar tawanbar hatine veguhestin bo parêzgeha Amedê û roja Duşembî dê li Amedê werin dadgehkirin.

Xelkê Duhokê bi giştî û malbatên qurbanîyan bi taybetî çaverêyî biryara dadgeha Amedê ne.

Ji bo guhdarîkirina li raportê fayla deng veke

please wait

No media source currently available

0:00 0:01:46 0:00

XS
SM
MD
LG