Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîra Fînlandî Marin jiber Korona Xwe Xist Bin Karantînê


Serokwezîra Fînlandiya Sanna Marin
Serokwezîra Fînlandiya Sanna Marin

Serokwezîra Fînlandîya Sanna Marin îro Seşemê li ser Twitterê ragihand ku ew di bin karantînê de ye jiber ku nîşanên sivik yên vîrusa korona di canê wê de heye.

Marin got ku ew li ser kar e û ewê ji malê xebatên xwe bidomîne.

Wê ji rojnameya Fînlandî Ilta-Sanomat re got ku zaroka wê piştî betlaneya havînê diçû navendekê lênêrîna zarokan û dibe ku jêdera vîrusê ew der be.

Serokwezîra Fînlandî Marin34 salî ye û ew di meha Berfanbara 2019'an de wek serokwezîra heri ciwan ya li cîhanê dest bi kar kiribû.

Li Fînlandîya di hefteyên dawî de, hejmara pêketinên COVID-19 bi awayekî berbiçav zêde dibe.

Hikûmeta Marin jibo cara yekê hefteya borî pêşnîyar kiribû ku li tevahîya cîhên giştî mask were karanîn.

Fînlandîya, ku welatek bi 5.5 mîlyonan e, heya niha 7,776 bûyerên vîrusa korona û 334 mirinên jiber heman vîrusê ragihandiye.

XS
SM
MD
LG