Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mark Esper Daxuyaniyekê li dor Kuştina el-Bexdadî Belav Dike


Wezîrê berevaniya Amerîka Mark Esper
Wezîrê berevaniya Amerîka Mark Esper

Wezîrê berevaniya Amerîka Mark Esper li dor operasyona kuştina Ebû Bekir el-Bexdadî daxuyaniyek derxist.

Esper got:

“Ev rojeke mezine ji bo Amerîka û rojeke mezine ji bo cîhanê. Hêzên operasyonên hevbeş ên Amerîka û hevkarên wan, Ebû Bekir el-Bexdadî kir aramnc. Di encamê de, el-Bexdadî, ku serkirdayetiya gurûpa Dewleta Îslamî li Îraq û Sûriyê dikir û helmeteka herî hovane di dîrokê de birêve bir, li ser destên leşkerên Amerîka hate kuştin.”

Wî di daxuyaniya xwe de got:

“Me li gel hevkarên xwe, demekê berê îsal xîlafeta Daişê têk bir û niha jî damezrênerê wê hate kuştin. Ev serkeftineke mezine di erkra têkbirina Daişê de."

Serkirdeyê Pentagonê got:

“Ez dixwazim pesna hemî beşdar û piştgirên operasyonê bidim- Amerîkiyan û hevalbendên wan wek hev- ji bo vî karê baş.”

XS
SM
MD
LG