Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bêjereke Navdar ya Televîzyona Îranê li Amerîka Hatiye Girtin


Beşa Îngîlîzî yê televîzyona fermî ya Îranê, Press TV ragihand ku yek ji bêjerên wê yên navdar, piştî ku ji Îranê vegerî, li firokexanekeke Amerîkî hatiye girtin.

Press TV îro ragihand ku Merziye Haşimî, ku bi navê wê yê rastîn Melaine Franklin e û akincîya New Orleans e, roja Yekşemê li firokexaneya St. Louis ya navneteweyî hat girtin.

Haşimî vegerîbû Amerîka ku seredana kes û karên xwe bike û malbata wê dibêje ku FBI Merzîye girtiye û veguhastine Washingtona paytexta Amerîka.

FBI bersîva telefonê û daxwazeke nivîskî ya sebaret girtina wê nedaye. Jimareke zîndanên dorûberên Washingtonê dibêjin ku Merzîye ne li cem wan e.

XS
SM
MD
LG