Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Mesrûr Barzanî Wek Protesto Civîna bi Abdullahîyan re Betal Kiriye


Ajansa Reuters ji zarê çavkanîyekî ragihand ku Serokwezîrê Herêma Kurdistana Îraqê Mesrûr Barzanî civîna xwe ya ligel Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr Abdullahîyan betal kir.

Li ber bû Barzanî di Hilcivîna Aborî ya Cîhanî ya li Davosê bi Abdullahîyan re civînek bikira, lê wî jibo şermezarkirina êrîşên mûşekî yên Îranê li ser bajarê Hewlêrê, ew civîn betal kiriye.

Îranê derengîya roja Duşemê bi mûşekên balîstîk êrişî Hewlêrê kiribû û gotibû ku ew êrîş li ser navendeke sîxurîyê ya Îsraîlî bû, îdiayên ku ji alîyê karbidestên Îraqî û Kurd ve bi tundî hatine red kirin.

Di êrîşê de herî kêm 4 kes hatibûn kuştin ku di nav wan de karsazekî Kurd yê navdar û keça wî ya piçûk jî hebûn.

Êrîşên Îranê bi hikûmeta Îraqê re bûne sedema nakokîyeke dîplomatîk. Bexda gilî li dijî "destdirêjîya" Îranê li Civata Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî tomar kir û balyozê xwe yê Tehranê paşve kişand.

Serokwezîrê Îraqî Mihemed Şîa Sûdanî hewul dide ku nîşan bide ku hikûmeta wî li dijî her binpêkirina serwerîya Îraqê ye.

XS
SM
MD
LG