Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Alînejad: Armanca Îranê Rawestandina Çalakiyên Min Yên Mediya Civakî Ye


Rojnamevan Masîh Alînejad
Rojnamevan Masîh Alînejad

Rojnemavana televîzyonê ya beşa Farsî ya Dengê Amerîka û rexnegira dewleta Îranê Masîh Alînejad di derbarê plana Îranî ya bo revandina xwe de agahdarîyên nû parve kir.

Plana revandina Alînejad ji hêla sazîyên ewlehîya Amerîka ve hatibû eşkere kirin.

Alînejad bi vîdyoyekî ku Sêşemê hate tomar kirin de ragihand ku karmendên Buroya Lêpirsînê ya Federal (FBI) jê re gotine ku Îslamîyên Îranê 'ne tenê dixwestin ku ez fîzîkî nemînin, belkî wan dixwestin ku kanalên min yên Instagram, Facebook, Telegram û WhatsApp jî tune bikin.'

Roja Sêşemê, Wezareta Dadê ya Amerîkî dîyar kir ku dadgeha federal ya New Yorkê, dijî 5 hemwelatîyên Îranê de dozek vekiriye.

Wezareta Dadê ragihand ku ev 5 kes jiber tekildarîya plana bo revandina 'rojnamevan, nivîskar û aktîvîstekî mafên mirovan ya bo hişmendîya raya giştî li Îranê û cîhanê di derbarê pêkanîna guhertinên qanûn û kiryarên rejîma Îranê' têne tawanbar kirin.'

Di daxuyanîya Wezareta Dadê de armanca planê nehat binavkirin.

Alînejad, piştre li ser hesabên xwe yên medyaya civakî piştrast kir ku, her ew bûye kesa ku ji aliyê Îsstîxbarata Îranê ve aramnc hatî giritn.

Her wiha, Alînejad gotiye, FBI jibo ewlehiyê derketina wê ya ji Amerîka qedexedanîye.

Berdevikê Wezareta Derve yê Îranê Xetîbzade, eşkerekirina planeke Îranî ya bo revandina kesekî , îro li ser medyaya dewlata welatê xwe, red kir.

Wî ew ragihandina wek 'tawanbarîyek bêbingeh û pêkenok ya ku ne hêjayê bersîvekê ye" bi nav kir.

Berpirsê Bernameyên yê Dengê Amerîka yê li ser kar, John Lippman da zanîn ku ofîsa ewlehîyê ya Dengê Amerîka sala borî jî li ser gefên hemberî Aîinejad hatibû agahdar kirin.

Rojanamevan Alinejad, li bajarê New York herêma Brooklyn dijî, direngî êvariya Sêşemê di mediya xwe ya civakî de diyar kir ku ew bû kesa ji aliyê îranê ve hatî aramnc girtin.

XS
SM
MD
LG