Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Kuştinkarîyên Girseyî Mijara Qedexekirina Çekan li Amerîka Dîsa Germ Dibe


Cîhê êrîşa li Dayton
Cîhê êrîşa li Dayton

Li Amerîka mijara kirîn û rakirina çekan careke din kete rojeva giştî, piştî ku di êrîşên çekdarî yên girseyî de, bi dehan hatin kuştin û birîndar kirin.

Di êrîşa bajarê El Paso ya eyaleta Teksasê de, çekdarê sipî yê bi navê Greg Allen kesên Hîspanî kiribûn armanc û bi kêmî ve 20 kes kuştibûn û 26 kesên din jî birîndar kiribûn.

Li bajarê Dayton ya eyaleta Ohio jî, zilamekî çekdar êrîş bir ser taxeke şenîbar û xwîska xwe jî di nav de, 9 kes kuştin.

Di êrîşê de herwiha 27 kesên din jî birîndar bûn ku rewşa 4 ji wan xeter e.

Polîsan got ku êrîşvan û 3 ji qurbanîyê wî sipî ne û 6 kuştîyên din jî Amerîkîyê Afrîqî ne.

Êrîşa Ohio 13 demjimêr piştî xwînrijandina El Paso qewimî û Serokê Amerîka Donald Trump ew êrîş bi tundî şermezar kirin.

"Li welatê me cîhê nefretê tune. Ew kesên êrîşkar ji mêjî de nexweş in. Niha gelek gav têne avêtin ku pêşîya êrîşên wiha werin girtin," Trump ji nûçegîhanan re got.

Trump do Yekşemê ferman da ku wek rêzgirtina qurbanîyan, alên Amerîkî li avahîyên federal werin nizim kirin.

Karbidestên Teksasê dibêjin ku ew êrîşa El Paso wek kiryareke terorîstî ya navxweyî dinirxînin û ewê cezayê mirinê ji êrîşvan Allen re daxwaz bikin.

Kuştinkarîyên El Paso û Dayton bûyerên 21'ê û 22'yê yên Amerîkî ne ku hejmarên mezin yên Amerîkî dibin armancên êrîşên çekdarî yên girseyî û jîyanên xwe hinda dikin.

Piştî zêdebûna êrîşên wî rengî bangên qedexekirina çekên êrîşkar xurt bûne û jimareke eyalet û Washington, D.C. qanûnên nû pejirandibûn ku firotin û xwedîkirina sîlahên êrîşkar dijwartir dike.

XS
SM
MD
LG