Şêwirmendê Ewlekarîya Neteweyî yê Qesra Sipî H.R. McMaster, dîyar kir ku di belavbûna îdeolojîyên tundrê de rola Tirkîyê mezin e.
McMaster da zanîn ku gelek komên Îslamî xwe dişibînin ‘’modela AKP û Tirkîyê’’
McMaster, li sazîya ramanê ya bi navê Policy Exchange, ku navenda wê li Brîtanya ye, dîyar kir ku ku ‘’îdeolojîya Îslamî ya tundrê dijî hemî mirovahîyê gefeke mezin e, lê Amerîka li gor qanûnan bala xwe tenê dide ser rêxistinên terorî’’
‘’Îdeolojîyên tundrê di salên 1970’yî alîkarîya Erebîstana Saudî sitand, piştre jî bûn rêxistinên ku Qatar piştgrîya wan dike. Niha jî li herêma ku ji Afrîqa Rojava heta Asya Başûrê Rojhilat dirêj dibê Tirkîye ketîye nav’’ McMaster got.
McMaster dîyar kir ku Tirkîye bo komên Îslamî yên dixwazin desthilatê bi dest xînin model e û da zanîn ku modeleke sereke jî Mursî yê li Misirê ye.
McMaster da zanîn ku di ser modela AKP’ê re Tirkîye ji rojava dûr dikeve û ew jî cîhê xemgînîyê ye.