Lînkên eksesibilîtî

Jim Mattis: Sûriyê Bersiva Huşdarîya Êrîşa Çekê Kimyayî Cidî Girtîye


Jim Mattis Wezîrê berevaniya Amerîka

Wezîrê berevanîya Amerîkî Jim Mattis roja Çarşemê ji Bruksel da xûyakirin ku, Sûriyê huşdarîya Washington ya derbarê encam nedana êrîşek nû ya çekê Kîmyayî baş bersivandiye, jiber ku hewildanek weha nekirîye.

Mattis jibo rojnamevanên geşta Bruksel bi wî re bûn da eşkere kirin û got, weha di xweyê ku Sûriyê huşdarîya Amerîka bi şêweke cidî wergirtîye.

Jim Mattis roja çarşemê giha Bruksel jibo beşdar bûn, di civîna giştî ya wezîrên berevaniya welatên endam di hevpeymaniya NATO'ê de.

XS
SM
MD
LG