Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mattis Bertekeke Xurt ji Operasyonên Tirkîyê yên Ser Efrînê re Nîşan Dide


Wezîrê Berevanî yê Amerîka Jim Mattis roja Sêşemê berteke xurt ji êrîşên Tirkîyê yên dijî hêzên Kurd yên li Bakurê Sûrîyê re nîşan da.

Mattis got ku operasyona Tirkîyê balê li ser şerê dijî çekdarên DAIŞ'ê dibe alîyên din.

“Tundûtûjî li Efrînê alozîyê li wê herêma Sûrîyê ya heta qasekê aram çê dike. Ew yek bala bizavên navnetewî bo piştrastkirina şikandana DAIŞê têk dibe û dikare ji layê DAIŞ û El Qaydê ve bê bikar anîn,” Mattis ji rojnamevanan re got.

Tirkîyê hefteya borî bombebaran despê kir û hêzên xwe şandin nav herêma Efrîn ya bin kontrola Kurdan li Bakurê Sûrîyê ku dikeve ser tixûbe Tirkîyê. Tirkîyê ew êrîş bi merema derxistina Yêkîneyên Parastina Gel ya Kurd (YPG) destpê kir.

“Em daxwazê ji Tirkîyê dikin ku di operasyonên leşkerî û gotinên tund de li ber xwe weste û piştrast bike ku ew êrîş di warê qebare û mudehê xwe de sînordar be.

Mattis roja Yekşemê gotibû ku Tirkîyê, ku endamek NATO ye, pêşwext ew ji wan êrîşan haydar kirine. Wê demê, Mattis operasyonên Tirkîyê rexne nekir, lê tona gotinên wî roja Sêşemê guherî.

Mattis got, “li herêma Efrîn di rastî de em gihiştibûn xalekê ku alîkarîyên mirovî digehiştin û koçber vedigerîyan. Êrîşa Tirkîyê wan bizavan asteng dike.”

XS
SM
MD
LG