Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mattis Îro Serdana Herêmên Ser Sînorê Meksîko Dike


Leşkerekî Marîn yên Amerîkî li ser tixubê Meksîko bi karmendekî parastina sînor re dipeyîve
Leşkerekî Marîn yên Amerîkî li ser tixubê Meksîko bi karmendekî parastina sînor re dipeyîve

Wezîrê Berevanî yê Amerîka Jim Mattis îro Çarşemê dihere herêmên hevsînorê Meksîko ku dijî penaberîya qaçaxî bi hezaran leşkerên Amerîkî li wê derê hatine cîh kirin.

Mattis gotibû ku di armanca hinartina leşkeran de ti guhertin çênebûne, lê ewê li gor mercên li erdê dikarin gavan bavêjin.

"Em niha hewil didin ku gihşetina ser sînor asteng bikin û em li wê derê helîkopteran bi kar tînin. Ez nizanim di sibêrojê de wê çi çêbe, lê aniha erka me tenê ew e.”

Mattis dabû zanîn ku li ser mijara parastina sînor gotûbêjan dikin û di navbera wan û sazîyên din yên hikûmetê de kordînasyon heye.

Wî bal kişandibû ku tiştê yekê ku ew tên agahdar kirin, rewşa asta gefên ser tixubê Amerîka bi Meksîko re ye.

Piştî ku pirtir ji 7,000 leşkerên Amerîkî bo pêşîgirtina karwaneke koçberên Amerkîyên Navendî hatibûn cîh kirin, cara yekê ye Mattis serdana herêma ser sînor dike.

Serokê Amerîka Donald Trump daxwaza xurtkirina parastina sînorên Amerîkî kiribû û karwana koçberên Amerkîyên Navendî wek rewşa awarte ya netewî bi nav kiribû û fermana pêşîgirtina wê karwanê dabû.

XS
SM
MD
LG