Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mattis: Yekane Hêza ku DAIŞ Têk Bir HSD Ye


Wezîrê Berevanî yê Amerîka Jim Mattis, ser vekişîna Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji Minbicê û lihevkirina Washington û Enqerê axifî.

Mattis dema diçû civîna wezîrên berevanî yên NATO ya li Brukselê, di firokê de pirsên rojnamevanan bersîvandin.

Mattis dîyar kir ku bo ‘’berjewendîyên rêwa yên Tirkîyê’’ divê ew rêyekê bibînin, lê nikarin Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD), ku YPG pêşengîya wê dike, ‘’bi alîyekî de gêr kin’’

Mattis da zanîn ku yekane rêxistina ku li erdê Dewleta Îslamî (DAIŞ) têk bir HSD ye û got jiber ku DAIŞ hîn bi temamî neqedîyaye, operasyonên dijî wê ‘’krîtîk’’ in.

Ser pirsa ‘’Amerîka dê him bi Tirkîye û him jî bi HSD’ê re hevkarîyê bidomîne yan na?’’, Mattis got ku ‘’Ew mijareke tevlîhev e. Ji nav qadên cengên yên min dîtine, ya herî tevlîhev ew e’’

Mattis dîyar kir ku ew ji alîyekî ve dixwzin fikarên Tirkîyê nehêlin û ji alîyekî ve jî hewil didin ku DAIŞ’ê têk bibin û ew jî ‘’karekî gelekî zor e’’

XS
SM
MD
LG