Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mattis: Ger Hewce Be Emê Îşev Dijî Koreya Bakur Şer Bikin


Wezîrê Berevanî yê Jim Mattis dîyar kir ku ger Koreyea Bakur êrîş bike ew amade ne ku li alîyê Koreya Başûr bin û bi wî welatî re şer bikin.

‘’Ji sala 1953’an vir ve ew şertên leşkeri hene. Îro jî li maseyê ne. Ger pêwîst be emê îşev li alîyê Koreya Başûr bin û dijî Koreya Bakur şer bikin’’ Mattis got.

Jim Mattis û Wezîrê Berevanî yê Koreya Başûr Soung Young-moo dê li Hawai bicivin. Dê kombûnê de dê her du wezîr ser Nîvgirava Kore ya bê çekên navokî biaxifin.

Serok Donald Trump gotibû ger berevanîya Amerîka yan hevalbendên wê pêwîst be ewê Koreya Bakur ji holê rakin. Serok Trump gelek caran jî dîyar kiribû ku ew dixwaze bi Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un re bicive.

XS
SM
MD
LG