Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mattis: Heta ku Reftara Rûsya Neguhere, Toleyên Amerîkî Dê Berdewam Bikin


Mattis û Serokê Ukraynî Petro Poroshenko

Wezîrê Berevanî yê Amerîka Jim Mattis îro Pêncşemê li Ukrayna got ku Rûsya hewil dide sînorên navnetewî bi dara zorê biguherîne.

Wî dîyar kir ku toleyên aborî yên Amerîka li ser Rûsya dê berdewam bikin, heta ku hikûmeta Moskowê reftara xwe biguherîne.

Mattis ew gotinên xwe, pîştî kombûna ligel Serokê Ukraynî Petro Poroshenko û karbidestên din yên bilind li Kîyevê, di hazirbûna Poroshenko de kirin.

Berpirsê Pentagonê herwiha piştgirîya Washingtonê ya ji Ukrayna re dubare kir û got ku ew qebûl nakin ku Rûsya di 2014’an de Qirim xistibû nav axa xwe.

Mattis bi berdewamî dîyar kir ku Rûsya bi erkên xwe yên Peymana Minsk ranebûye ku bo çareserkirina kêşeya rojhilata Ukrayna wek derfetekê dihat dîtin.

XS
SM
MD
LG