Bi mîlyonan karker û kedkar li seranser cîhanê diherikin qad û kolanan ku 1’ê Gulane, Roja Karkeran pîroz bikin.
Di vê rojê de, karkerên cîhanê û sendîkayên wan daxwaza baştirkirina şert û mercên xwe yên xebatê dikin û her wiha daxwaza xurtkirina mafên xwe û zêdekirina mûçeyan dikin.
1’ê Gulanê li pitir 80 welatên cîhanê wekî cejna fermî û li gelek welatên mayîn jî bi awayekî pratîkî tê pîroz kirin.
Îsal li Tirkîyê 1’ê Gulanê bi hêvîya hilbijrtinên 14ê mehê tê pîroz kirin ku sendîka û rêxistinên ked û karkeran geşbîn in ku bi desthilateke nû rewşa wan wê baştir be.