Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

May: Hilbijartina Berî Brexitê Dijî Berjewendîyên Neteweyî Ye


Serokwezîra Brîtanya Theresa May dîyar kir ku hilbijartineke berî derketina ji Yekîtîya Ewrupa (YE), ku li ber e di Adara 2019an de bi dawî bibe, ‘’dijî berjewendîyên neteweyî ye’’

Rêvebirîya Partîya Karkeran, ku li Brîtanya pêşengîya rikeberîya dike, ser girjîya di danûstandinên Brexitê de banga hilbijartina pêşwext kiribû.

May ya bo hevdîtinên Neteweyên Yekbûyî (NY) serdana New Yorkê dikir, di rê de ji rojnamevanan re da zanîn ku wan bala xwe daye ser temakirina Brexitê.

‘’Ez hewil didim ku bi Ewrupa re li gor berjewendîyên me yên neteweyî peymanekê çêkim’’ May got.

May careke din dîyar kir ku ‘’li şûna peymaneke xirab’’ çêtire e ku ew bê peyman ji YE’ê veqetin.

Hefteya borî, di danûstandinên Brîtanya û YE’ê de girjî çêbûbû.

Serokê Konseya YE’ê Donald Tusk piştî civînê gotibû ku ‘’Plana Brîtanya kêr naye’’

May jî dîyar kiribû ku YE, du planên ku Brîtanya ‘’bi ti awayî nikare bipejirîne’’ pêşnîyaz dike.

XS
SM
MD
LG