Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

May Bang li Parlamanterên Brîtanya Dike ku Piştgirîyê Bidin Peymana Brexitê


Serokwezîra Brîtanya Theresa May dîyar kir ku ger parlamanter roja Sêşemê peymana Brexitê red bikin dibe ku ew êdî bi ti awayî nikaribin ji Yekîtîya Ewrupa (YE) derkevin.

May bang li parlamanteran kir ku piştgirîyê bidin peymana Brexitê.

‘’Piştgirîyê bidin peymana Brexitê, em ji YE’ê derkevin. Ger hûn red bikin kes nizane dê çi bibe. Dibe ku em bi mehan nikaribin ji YE’ê derkevin’’ May got.

Wê da zanîn ku nedîyarbûna ser peymanê ne bo berjewendîya ti alîyan e û got ku ger peyvajoya ji piştî 29’ê Adarê re were taloq kirin dibe ku kêşeyên nû çêbin.

Parlamantoya Brîtanya peymana Brexitê di meha Rêbendanê de red kiribû.

Li gor peymanê Brîtanya dê di 29’ê Adarê de ji YE’ê derkeve.

Ger roja Sêşemê peymana Brexitê neyê pejirandin, parlamanto dê ser veqetîna bêpeyman dengdanê li dar xîne. ​

XS
SM
MD
LG