Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

May: Em ji YE'ê Vediqetin lê Em ji Ewrupa Dernakevin


Serokwezîra Brîtanya Theresa May dîyar kir ku peyvajoya derketina welatê wê ji Yekîtîya Ewrupa (YE) ewê heta Adara 2019’an temam bibe.

May, derbarê Brexitê de li Floransa ya Îtalya daxuyanîyek da.

Theresa May da zanîn ku ew piştî derketina ji YE’ê dixwazin bi wê re peymaneke bazirganîyê îmza bikin.

‘’Divê em di vê mijarê de xweşbîn û bi îdia bin. Em ji YE’ê vediqetin, lê em ji Ewupra dernakevin’’ May got.

Komeke ku naxwaze Brîtanya ji YE’ê derkeve, li pêş avahîya civînê Theresa May protesto kir.

May dîyar kir ku ewê piştgirîya Brîtanya bo berevanîya Ewrupa bidome û ewê dijî gefên wek terorê dîsa hevkarîyê bikin.

Gelê Brîtanya, bi referanduma ku par Hezîranê li dar ketibû biryara veqetîna ji YE’ê dabû.

XS
SM
MD
LG