Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

May, Yekîtîya Ewrupa Ser Danûstandinên Brexitê bi Tundî Rexne Dike


Serokwezîra Brîtanya Theresa May, bang li Yekîtîya Ewrupa (YE) kir ku bo danûstandinên Brexitê, rêzê li welatê wê bigie.

May, piştî Hilcivîna YE ya li Salzburgê dîyar kir ku Plana Chequers ya Brîtanya hatiye red kirin kirin û dewletên yekîtîyê ti rêkên alternatîf jî negotine.

May da zanîn ku ew di danûstandinên Brexitê de hatine qonaxa dawî û dîyar kir ku helwesta YE’ê nayê qebûl kirin.

‘’Ezê encama referandumê Brexitê berovajî nekim û welatê xwe jî parçe nekim’’ May got.

May dîyar kir ku YE’ê du planên ku Brîtanya bi ti awayî nikare bipejirîne pêşnîyaz kirine.

Serokwezîra Brîtanya da zanîn ku di plana yekê de YE ‘’qerfên xwe bi encama referanduma Brexitê’’ dike û du plana duyê de jî YE rê li ber Îrlandaya Bakur vedike ku ji alîyê aborî ve bi temamî ji Brîtanya veqete.

XS
SM
MD
LG