Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Theresa May ji Rêberîya Partîya Konservatîf Vedikişe


Serokwezîra Brîtanya Theresa May ji rêberîya Partîya Konservatîf jî vekişîya.

May heta serokwezîra/ê nû dîyar dibe dê karê xwe bidomîne lê dê mijarên Brexitê nenêre.

Hîn nayê zanîn ku dê kî li şûna May rûne.

Bo berbijarîyê, roja Duşemê dê serlêdanên fermî destpê bikin.

Navê Wezîrê Derve yê Brîtanya Boris Johnson, ku alîgirê Brexitê ye, bo berbijarîyê derdikeve pêş.

Li ber e ku Brîtanya heta 22’ê Tîrmehê serokwezîra/ê nû dîyar bike.

Theresa May, ku di 2016’an de bûbû rêberê Partîya Konservatîf, di meha Gulanê ji serokwezîrîyê vekişîyabû.

XS
SM
MD
LG