Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

May Dijî Gotinên Trump Bertek Nîşan Dide


Serokwezîra Brîtanya Theresa May, dijî gotinên Serokê Amerîka Donald Trump yên derbarê peqîna metroya Londonê bertek nîşan da.

Trump li ser Twitterê got ku ‘’Li Londonê jiber terorîstekî bêkarakter careke din êrîş pêk hat. Ew kes nexweş û dîn in û li pêş çavên Scotland Yard (polîsên Brîtanya) in.

Trump dîyar kir ku terorîst di ser înternetê re tevlî rêxistinan dibin û got ku ‘’divê înternet were birrîn’’

Serokê Amerîka da zanîn ku têkoşîna bi DAIŞ’ê re, di dewra wî de ji ya dema Barack Obama xurttir bûye.

Serokwezîra Brîtanya Theresa May dijî gotinên Trump bertek nîşan da û got ku ‘’Em bawer nakin ku spekulasyona ser lêpîrsîneke ku didome, alîkarîya me bike’’

Di êrîşa li metroya Londonê de 22 kes birîndar bûbûn.

XS
SM
MD
LG