Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hewila Împîçkirina Wezîrê Ewlekarîya Navxweyî Mayorkas Têk Çû


Mayors Conference
Mayors Conference

Civata Nûneran ya bin kontrola Komarîyan êvara Sêşemê nikaribû Wezîrê Ewlekarîya Navxweyî Alejandro Mayorkas împîç bikira.

Komarîyan Mayorkas jiber rêvebirina sînorê Amerîka û Meksîko rexne dikin û ewlekarîya sînor û koçberan wek mijarên girîng yên dema hilbijartinan dibînin.

Di dengdanê de Demokrat li hember tawanbakirinên dijî Mayorkas bûn yek û Komarîyên ku bi ferqeke biçûk civatê kontrol dikin û pêdivîya wan jibo erêkirina du xalên dijî Mayorkas hema bêje bi hemî dengan hebû bi ser neketin.

Bi vê biserneketinê ne li ber e ku hewildanên împîçkirinê rawestin. Çaverê ye civat jinûve ser mijarê danûstandinê bike, lê gavên pêş wê çi bin ne dîyar in.

Koçber ji demeke dirêj vir ve jibo jîyaneke nû tên sînorê başûr yê Amerîka û Meksîko dawîya sala 2013’an di girtinên derbazkirina qaçax de giheşt asta herî bilind.

Sala 2022’yan Parêzvanên Sînor li 2,2 mîlyon kesên sînor qaçax derbaz dikin rast hatin.

Komarî ser vê rewşê wezîrê ewlekarîya navxweyî tawanbar dikin û dibêjin sîyaseta rêvebirîya Biden koçberan kaş dike.

Li gor wan koçber nayên desteser kirin, rê li ber wan têne vekirin û qanûnên ser koçberan têne binpê kirin û ew jî dikin ku krîzên ser koçberan kûrtir bibin.

Demokrat jî dibêjin ku Komarî ji sîyaseta rêvebirîya Biden ya jibo koçberan hez nakin û dîyar dikin ku divê hilbijêr ser vê mijarê biryarê bidin.

Mayorkas û alîgirên wî dîyar dikin ku ne jiber sîyaseta rêvebirîyê, lê jiber kêşeyên aborî û îqlimê li seranserê cîhanê krîza koçberan heye.

Ger Mayorkas li Civata Senatoran were împîçkirin jî wê li Civata Senatoran jî ser vê mijarê dengdan çêbe.

Kontrola Civata Senatoran bi 51 kursîyan di destê Demokrata de ye li hember 49 kursîyên Komarîyan.

Jibo Mayorkas ji kar were dûr xistin divê ji sê paran du parên Civata Sentoran ser dûrxistina wî dengên xwe bidin.

Mayorkas dibêje ger ew mijar were Civata Senatoran ew dikare berevanîya xwe bike û dîyar dike ku nîqaşê sîyasî zararê nadin wî.

Jêder: VOA

XS
SM
MD
LG