Fermandarê hêzên Sûriya Demokrat Mezlûm Ebdî li ser Twîtera xwe nivîsand ku peyvdarê Daişê Ebû el-Hesen el-Muhacir hatiye kuştin.
Ebdî di twîta xwe de got:
“Wek berdewamî ji operasyona berê re, terorîst Ebû el-Hesen el-Muhacir, destê rastê yên Ebû Bekir el-Bexdadî û peyvdarê rêxistina Daişê, li gundê Eyn el-Beyda li nêzîkî Cerablosê hate armanckirin.”
Wî got ev êrîş bû bi riya hevrêziyeke rasterast di navbera istîxbaratên HSDê û artêşa Amerîkî de.
Serkirdeyê HSDê got ev berdewamiya êrîşên dijî serkirdeyên Daişê ye.