Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Mezlûm Abdî îro Çarşemê ragihand ku wan ji desthilatdarên nû yên Şamê re gotiye ku ew naxwazin ji Sûrîyê cuda bibin.
Di daxuyanîyeke nivîskî de bo ajansa AFP, Abdî got ku "em li ser wê yekê hev dikin ku em ligel yekîtîya axa Sûrîyê ne û em projeyên parçekirina Sûrîyê red dikin, ewên ku gefeyê li yekîtîya welêt dikin."
Ne zelal e ka fermandarê HSD'ê behsa gereke nû ya hevdîtinan ligel hikûmeta Şamê dike yan behsa ya hefteya borî.
Piştî roxandina rejîma Beşar el Esed li Sûrîyê, hewlên diplomatîk yên navnetewî berdewam dikin jibo ku cihê Kurdan jî di prosesa siyasî ya nû de hebe.
Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot roja Çarşemê ragihand ku beşdarîya Kurdan di prosesa qonaxa veguhêz de girîng e û hikûmeta Fransî dê piştgirîya tevlîkirina wan bike.
Barrot diyar kir ku Kurd hevparên serekî ya Parîs û Washington di şerê dijî DAIŞ'ê de ne.
Axaftinên wezîrê Fransî di hema preskonferansekê de bû ligel hevtayê wî yê Amerîkî Antony Blinken.
Blinken ji alîyê xwe ve got ku "bêtirî 10 hezar çekdarên biyanî yên DAIŞ li bin çavdêrîya hevalên me yên Kurd dimînin" û dê tiştekî metirsîdar be eger ew ji derkevin.
Diplomatê Amerîkî diyar kir ku Washington hemû hewlên xwe dike jibo ku nakokîya li bakurê Sûrîyê raweste.
Ji dema ketina rejîma Sûrî ve, artêşa Tirkîyê û çekdarên ser bi Enqerê ve êrîşan dibin ser Hêzên Sûrîya Demokratîk ku Kurd serkêşîya wan dikin.