Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mazlum Ebdî: Heger Şer Destpê Bike Dê Her Kes Ziyanê Bibîne


Fermandarê HSDê Mazlum Ebdî
Fermandarê HSDê Mazlum Ebdî

Şeva Şemîyê balafirên cengê yên Artêşa Turkîyê seranserî herêmên kurdên Sûrîyê armanc girt.

2 gundên Şêrawayê ji aliyê artêşa Tirk ve hatin topbarankirin. Di encamê de welatiyek birîndar bû. Di topbarana li ser gundê Dêr Cemalê de welatiyek birîndar bû û ziyanên madî çêbûn.

Di êrişa dewleta Tirk li navçeya Til Rifetê de 3 leşkerên hêzên hikûmeta Şamê hatin kuşt in 9 jî birîndar bûn. Balafirên dewleta Tirk di saetên derengiya şevê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek dever bombebaran kirin.

Balafirên dewleta Tirk navenda bajarê Kobanê û gundewarê wê bombebaran kirin.

Dewleta Tirk Daristana Kobanê û rêya Cerablusê yên dikevin rojavayê bajar û Girê Miştenûr ê li aliyê başûr bajar bombebaran kirin. Heman demê taxa Kaniya Kurdan û gundê Helincê yê rojavayê Kobanê kirin hedef.

li navçeya Til Rifetê ya Şehbayê xistin. Heman demê xalên leşkerî yên hikûmeta Şamê ya li gundê Qizelî yê rojavayê kantona Girê Spî armanc hat girtin. Di encamê de leşkerekî jiyana xwe ji dest da.

Her wiha li navçeya Tiltemir û Dirbêsîyê hat armanc kirin, depoya genim ya Dehir Ereb ê dikeve bakurê rojhilatê navçeya Zirganê hat armanc kirin.

Li navçeya Dêrikê jî devera navbera gundên Gir Kendal û Teqil Beqil yên herêma Koçerat hatin bombebarankirin.

Piştî êrişa yekemîn şêniyên navçeya Dêrikê berî dan cihê bûyerê, lê ji aliyê balafirên artêşa Tirk ve hatin bombebarankirin.

Tê gotin ku ziyanên canî çêbûne. Her wiha Girê Çelê yê li gundê Til Şiyê yê herêma Berav a Dêrikê hat hedefkirin.

Li gorî agahîyan balafirên cengê bi giştî ji navçeyên sînorî bi Turkîyê re 25 êrîş pêkanî, di encama wan êrîşan de heya dema amadekirina vê nûçeyê hejmara qurbanîyan ne dîyar e.

Girêdayî van êrîşan, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) general Mazlum Ebdî li ser bombebarana artêşa Tirkiyê ya li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da û got: em şer naxwazin lê hêzên me ji bersivdanê re amade ne.

General Ebdê got:" Armanca Tirkiyê ew e ku tolê ji gelê me hilîne, tolê ji destkeftiyên vî gelî hilîne, aramiya vê herêmê têk bibe, û vê derê ji gelê wê vala bike. Helbet ev lîstokeke ji aliyê Erdogan girêdayî helbijartinan e."

Dibe ku êrîşa Tirkiyê berdewam be

Di berdewamiya axaftina xwe de, fermandarê HSDê destnîşan kir ku Tiriyê di êrîşa xwe de dibe ku hin deverên din jî armanc bigire û ji gelê herêmê xwest ku li gorî agahdariyên hêzên ewlekariyê tev bigerin.

"Ji ber wê, em ji her kesî dixwazin, her kesê têklidar bi erkê xwe rabin û li pêş vê êrîşa hovane ya dewleta Tirk rê bigirin."

Fermandarê giştî yê HSD anî ziman ku heger şer destpêkir dê her kes zîyanê bibîne. Her wiha anî li gorî nîşaneyên ser erdê û tevgera leşkerî nîşaneyên êrîşên bejahî tune ne.

Hêjaye gotinê ye ku heya dema amadekirina vê raporê ti daxuyanî ji alîyê kiwalisyonê derneketîye, her wisa li gorî agahîyên ku Dengê Amerîka ji navçeya Dêrikê bidestxist ku liv û tevgera hêzên kiwalisyonê normale û tevgera hêzên kiwalisyonê ber bi sînor ve tune.

Raporta Qamîşlo 20 11 2022
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:54 0:00
XS
SM
MD
LG