Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mazlum Abdî: Sûrîyeke Demokratîk Bê Naskirina Mafên Kurdan Ne Pêkan E


Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Mazlum Abdî
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Mazlum Abdî

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Mazlum Abdî îro Înê ragihand ku ew bawerî bi danûstandinan dikin, lê awayê danûstandinê ya hikûmeta Sûrî qebûl nakin.

“Em jibo çareserîyeke sîyasî ya bo hemî Sûrîyê hazir in ku bi rejîma Sûrî re dîyalogê bikin, lê em awayê ku rejîm li ser me ferz dike, qebûl nakin.”

Wezîrê Berevanî yê Sûrî Alî Abdullah Eyûb di meha Adarê de gotibû ku divê HSD bi lihevkirina bi şertên hikûmeta Sûrî qayil be û herêmên bin kontrola xwe radest bike yan jî ribûrûyê operasyoneke wê ya leşkerî be.

Abdî bi berdewamî got ku divê lihevkirineke bi Şamê re, hemî desketinên Kurdan yên ji destpêka şerê navxweyî heta niha qebûl bike.

“Bi çi awayî be bila bibe, vegera statuya berî 2011’an ne pêkan e. Pêkanîna Sûrîyeke demokratîk û pirçandî, bê naskirina hemî mafên Kurdan ne pêkan e.”

Abdî bal kişand ku divê Şam rêvebirîya li bakur û rojhilata welêt ya bi pêşengîya Kurdan nas bike û di rola taybet ya HSD’ê ya di parastina axa Sûrîyê de qebûl bike.

XS
SM
MD
LG