Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mazlum Ebdî Ser Mezinbûna Gefa DAIŞ'ê Hişyar Dike


Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî dibêje ku rexistina Dewleta Îslamî (DAIŞ) li bakurê rojhilata Sûrîyê tehdît e ku mezin dibe ye, her çiqas rêberê wê di operasyoneke Amerîkî ya di hefteya borî de hat kuştin jî.

Mazlum Ebdî di hevpeyvînekê taybet ya bi Ajansa nûçeyan ya Associated Press (AP) ku îro Înîyê hate weşandin de, axifî.

Ebdî hişyarî da ku piştî êrîşa kujêr ya DAIŞ'ê ya dijî girtîgeha Giwêran ya li bajarê Hesekê, hejmareke bilind ya çekdarên DAIŞ'ê hîn jî hene.

Wî da zanîn ku di wê êrîşa DAIŞ'ê de 121 şervanên HSD'ê hatine kuştin.

"Em ji alîyê DAIŞ'ê ve hatine dorpêçkirin. Me ev yek gelek caran got. Ger em niha hewl nedin ku şerê DAIŞê bikin, wê dîsa belav bibin,” Ebdî got.

Li heremê, piştî êrîşa tund ya DAIŞ'ê ya dijî girtîgeha Giwêran ya di 20'ê Rêbendanê de – ya ku ji hêla HSD'ê ve revebirin, zedetirê ji 3.000 çekdarên DAIŞ'ê û xortên ciwan, bi giranî kurên çekdarên DAIŞ'ê li wir têne ragirtin- aramîyêk ne zelal ya gumanbar heye.

Bi sedema vê êrîşa di navbera şervanên HSD'ê ku Amerîka piştgirîyê dike û çekdarên DIŞI'ê de şer û pevçûnên bi 10 rojan rû dan; ku ji her du alîyan bi tevahî nêzî 500 kes hatin kuştin, heta ku HSD'ê di encamê de rewş xist bin kontrola xwe.

Mazlum Ebdî da zanîn ku piştî êrîşê pîvanên ewlehîyê yên demûdest hatine girtin da ku şaneyên razayî yên DAIŞ'ê werin têk birin :navendên destererkirê yên dibe ku rastî êrîşan bi wî werin hatin vala kirin, operasyonên ewlehîyê berdewam dikin û qedexeya derketina derve tevgera bi şev sînordar dike.

Lê, Ebdî bal kişand ku tehdît didome.

HSD'ê, di operasyona Amerîka ya kuştina rêberê DAIŞ'ê Ebû Ibrahîm el-Qureyşşî li Îdlibê ya heftaya borî de alîkarîya hêzên Amerîkî kir, bi rêya hêsankirina derbasbûn û lojîstîkê, lê şervanên HSD'ê yên ser erdê beşdarî operasyonê nebûn.

"Me ewlekarî û parastina bo hêzên ku ketin hindur peyda kir, tiştê ku ez dikarim bibêjim tenê ev e," Ebdî got.

Ebdî anî ziman ku dibe ku moralê DAIŞ'ê bi kuştina el-Qureyşî xira kiriye, lê ew bawer nake ku ev yek bibe sedema têmçûyîna komê.

Herwiha, Ebdî jiber êrîşa dijî girtîgeha Giwêran rexnedarîyên xwe da û got ku para kêmasîyên wan jî heye.

“Me berpirsîyarîyên xwe baş bi cîh ne anîn,” Ebdî got.

Şervanên HSD'ê sala borî du caran îstixbarat bi dest xistin ku şaneyên razayî yên DAIŞ'ê plana êrîşî girtîgeha Giwêran dikin, da ku hevalên xwe yên di girtîgehê azad bikin û êrîşeke hat asteng kirin.

“ Berê jî îstîxbarat hebû ku wan dixwestin êrîş bikin û me tedbîr girtibû, lê paşê em bi ser neketin,” Ebdî got.

Hevdem, Ebdî civaka navneteweyî jî bi sedema êrîşî girtîgeha Giwêran tawanbar kir.

Wî destnîşan kir ku civaka navneteweyî berpirsîyarîya bi hezaran çekdarên biyanî yên DAIŞ'ê ku li zindan û kampên di bin kontrola HSD'ê ne,bigire ser xwe.

Ebdî ragihand ku bi armanca tespîtkirina kêmasîyên ewlekarîyê, niha lêgerînên li 27 navendên desteserkirinê yên ku girtîyên DAIŞ'ê dimînin, didomin.

Wî bi berdewamî got ku heya niha Sê girtîgeh hatine vala kirin û girtîyên wan li cihên cuda hatine belav kirin.

Ebdî nexwest navê navendan eşkere bike, lê da zanîn ku du ji wan nêzî sînorê Tirkîyê ne, herema ku bi demên rêkûpêk tê bombebaran kirin.

Wî got ku li navenda din kêmasîyên mîna li girtîgeha Giwêran hene.

Êrîşa girtîgehê her wiha ronahiyek da ser bi sedên temenbiçûk -- tevliheviyek ji netewe û paşerojên cihê -- yên ku di girtîgehê de ligel giritiyên mezin ên DAIŞ'ê yên hişk hatibûn girtin.

Êrîşa girtîgeha Giwêran bal kişand ser bi sedên girtîyên zarok yên ji 18 salî piçûktir - ji netewe û bingehên cuda - yên ku li girtîgehê ligel girtîyên mezin yên DAIŞ'ê dihatin ragirtin.

Piştî êrîşê ew ji girtîyên mezin hatine veqitandin û hatine veguhestinê cîheke nû.

Nûnerê UNICEF'ê yê Sûrîyê, Bo Viktor Nylund piştî serdana rexistinê ya heftaya borî şert û mercên girtina wan rexne kir û wek "xirab" ragihand.

Hin ji kuran zarok bûn, dema dê û bavên wan ew welatên wan derxistin ku tevlî DAIŞê bibin, yên din jî li Sûrîyê ji dayik bûn.

Gelek ji wan di wê demê de çûne dibistanên DAIŞ'ê û li wir bo şer hatine perwerde kirin.

Ebdî bo rexneyên komên mafên mirovan yên ser rewşa girtîyên xort yên zarok îdayên tawanbarîyê qebûl nekir.

Wî got ku divê Neteweyên Yekbûyî (NY) û civaka navneteweyî berpirsyarîya wan bigirtana ser xwe.

Mazlum Ebdî nikarîbû hejmareke piştrastkirî ya ew xortên zarok ku di êrîşê hatine kuştin bide, lê tenê got ku di nav tevahîya kuştîyan de ew "pir hindik" bûn.

Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) ragihandibû ku pîştî êrîşa girtîgehê bi sedan xortên zarok winda bûne.

Herwiha, Ebdî got ku revebirîya herêmî yên Kurdên Sûrîyê jiber kêmasîya derfetan nikaribûye bo girtîyên bi xeterîya bilind girtîgehên nû ava bike.
"Ev yek ji sedemên sereke ye ku bûyer qewimî. Ew tiştek e ku me didît ku wê biqewime, lê me wê nizanibû kengê pêk were," Ebdî got.

XS
SM
MD
LG