Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêveberiya Xweser Buhaya Madeya Mazotê Bilind Dike


Rêveberiya Xweser ya Baku û Rojhilatê Sûrîyayê bi biryarekê buhaya madeya mazotê bilind kir, berî niha lîtera mazotê bi 50 l.s bû, lê niha her lîter bûye 75 l.s.

Derbarê sedemên bilindkirina buhaya mazotê, berdevkê fermî yê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê Luqman Ehmê, daxuyanîyek da çapemeniyê û got " Yek ji sedemên bilidbûna buhayê mazotê ew e ku berhemkarên herêmî û xwediyê parzûngehên taybet ên mazotê ji ber bilidbûna nirxên dolar ku bandoreke neyinî li hilbirînên li gel wan kiriye dest ji derxistina madeyê berdan. Her wisa parzûngehên rêveberiyê nikare hewcedariya sûkê bi cih bîne, nemaze em li ber deriyê zivistanê ne. Ji ber wê buhaya mazotê hate bilindkirin da ku li bazarên xwecihî peyda be".

Bimebesta sivikkirna bandora neyênî ya bilindkirina buhayê mazotê Rêveberîya xweser hin birîyar derbar vê yekê dan, ku ji bo Firnan wê nuhayê mazotê wek xwe bimîne.

Xaş'i Hac Ehmed, berpirsê birêvebriya sotemenîyê ya bajarê Qamişloyê, ji Dengê Amerîka re da zanîn ku biryar hatiye dan ku mazot li dibistan û malbatên şehîdan bê pere bê belavkirin. Her wisa got ku buhaya madeya mazotê bo firnên nanî wek xwe bimîne û bilind nebûye.
Li gorî aborînasan ku bilindkirina buhayê mazotê yekser bandorê li ser rewşa abûrî ya herêmê dike. Ku di encam de wê mezaxtin zêdedibe, wê buhabûnê derxîne bazarê .

Aborînas Çeleng Omer ji Dengê Amarîka re vê yekê şirove kir. Welatîyên bajarê Qamişloyê, jibilindkirina buhaya mazotê nerazîne wan gotin ev yek ziyanê dighîne wan.

Herêmên bakûrê sûrîyê yên herî zengîne bi Petrolê, û bi rengekî ne pêşkeftî û bi rêya rafînerên herêmî û xwecihî petrol tê parzûnkirin, û berhemê wê têra pêdivîya navxweyî dike.

Li alîyekî din, hin şopîner dibêjin ku buhaya mazotê li gorî welatên hevsînorên sûrî li bakûrê sûrîyê tevî piştî buhabûnê pirr erzane. Li gorî herêmên din yên sûrîyê dîsa jî pirr erzane.

Mamosteyê zanîngeha Kobanîyê û abûrînas Çeleng Omer vê yekê tekez dike, lê di heman demê de şirovedike ku buhabûna mazotê sûdek baş jê were girtin heger di hundirê planek aborî baş de be.
Li gorî aborînas ku peydabûn û erzanbûna madeya mazotê li bakûrê sûrî di encam de bû sedema ku bi qaçaxî ji herêma bakûrê sûrîyê derdikeve.

Di nava vê rewşê de , weke berhemeke stratîjîk ya bakûrê sûrîyê nikarîbû bibe jêdereke xezîneya giştî ya herêmê û ev zîyanek mezin e ji bo herêmê.

Li gorî şopîneran ku rewşa sîyasî û şerê navxweyî û sedemên sîyasî û yasayî ne ku bihêle tenê petrol bi yasayî bikeve xezîneya giştî ya herêmê de, û tenê ji bo xerckirina navxweyî were bikaranîn.

Li alîyekî din , rêveberîya xweser madeya mazotê ji bo nanpêjan wek buhayê berê bifroşe , û ji bo pêdivîyên dibistanan wê û malbatên şehîdan bê beranber be, lê nehat zelal kirin ku wê pişgrîya warê çandinîyê bike an na, û ev yek wê bandoreke neynî bike ser çandinîyê û cotkaran .
Sefwan Hisên xwedîyê 500 donim zevî ye, dibêje zîyana li çandinîyê ketîye jiber ku berîya niha şewat zevîyan û buhabûnê ziyan gihandîye çotkaran û berhemê stratîjîk yê Cizîrê, nihajî bilinkirina nirxê mazotê wê ji bo wek mînak ku bi qasî 1 mîlyon lîreya sûrî li lêçûna wa zêde dibe.

Bilinkirina nirxê mazotê li herêmê yekser bandor li ser bazarê kir, ev yek didemekê de hat, ku buhayê lîreya Sûrî li himberî dolarê Amarîkî pirr daketîye ev yek bandoreke neyînî dike û barê hejaran girantir kir ye.

raporta Zana Omer 11 09 2019 Qamîşlo
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:30 0:00


XS
SM
MD
LG