Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Herêmên Rêveberîya Xweser Buhayê Mazotê Bilind Dibe


Li Herêmên Rêveberiya Xweser Buhayê Mazotê hat bilind kirin
Li Herêmên Rêveberiya Xweser Buhayê Mazotê hat bilind kirin

Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê roja Şemîyê buhayê sotemeniyê anku mazotê bi rêjeyên cuda bilind kir.

Li gor buhayên nû ku Rêvebirîya Giştî ya Petrol û Sotemenîyê belav kiriye, her lîtreyek mazota jibo kargehên pîşesazî, erebeyên taybet û barhilgiran, nexweşxaneyên taybet û sazîyên Rêvebirîya Xweser, ji 525 lîrayan dibe 2050 lîra, herwiha buhayê mazota bazara azad dibe 4100 lîra.

Herwiha, mazota firneyan, çandinîyê, ceneratorên ceyranê (Ambêr), erebeyên veguhestinê yên giştî û mazota gerimkirinê jibo malbatan, weke berê maye û ti bilindbûn li buhayê wan çênebûye.

Bûhayê nû yê mazotê li ser torên civakî ji alîyê çalakvan û xelkê herêmê ve bû cihê rexneyê.

Rojnamevan Ebdulhelîm Silêman dîyar kir ku bilindkirina buhayê mazotê dê bandorê li ser nirxê hemû kelûpelan bike, jiber ku ajokar mazotê ji bazara reş bi nirxê azad dikirin.

Wî got ku gel berê di bin barê enflasyonê de ye û nirxê lîrayê li hember dolar nizimtir dibe, “Buhabûneke zêde dê were çêkirin û hemû kes dê bandor bibin, di nav de jî cotkarên ku fatûreyên xwe yên genim bi dolar wergirtine, jiber ku pir caran mazota çandinîyê ji bazara reş bi buhayê bilind dikirin”.

Ji alîyê xwe ve aborîzan Çeleng Omer dibîne ku bilindkirina buhayê mazotê jibo hevsengîya darayîya Rêvebirîya Xweser pêdivî ye.

Wî herwiha da zanîn ku ji %80 dahatên Rêvebirîya Xweser ji petrolê ne û ji %40 mezaxtinên giştî jibo piştgirîya buhayên nan û sotemenîyê diçin.

“Îsal nîv milyar dolar jibo kirîna genim hate xerc kirin, loma bi nizimtirbûna nirxê lîrayê re diviyabû ku buhaya mazotê were guhertin, daku Rêvebirî karibe kêmasîya di budceya giştî de sererast bike û di karên xwe de berdewam be”, Omer got.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Rêvebirîya Xweser di meha borî de mûçeyên hemû endam û karmendên xwe bi rêjeya %100 bilind kiribû, ku mûçeyê herî kêm bûye 1 mîlyon û 40 hezar lîrayên Sûrî û mûçeyê herî bilind jî bûbû 8 mîlyon û 222 hezar lîra.

Li gor pêzanînên ne fermî berhema petrolê li herêmên Rêvebirîya Xweser bi qasî 100 hezar bermîl rojane ye, ku karîna berhemanînê dighêje 350 hezar bermîlan, lê pêdivî bi çaksazî û teknolojîyê heye da ku bighê vê asta berhemê.

Rapora Efrînê_Mazot
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:04 0:00
XS
SM
MD
LG