Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mihemed Bîn Salman Dixwaze bi Erdogan re Hevdîtinekê Bike


Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavusoglu îro Sêşemê ragihand ku prensê cîgir yê Erebîstana Saudî Mihemed Bîn Salman xwestîye ku di Hilcivîna G20 de hevdîtinekê bi Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan re bike.

Çavusoglu got ku ew ti sedem nabîne ku hevdîtineke wiha pêk neyê.

“Erê, wî bi telefonê ji Erdogan pirsî ku gelo ew dikarin li Buenos Aires hevdu bibînin. Bersîva Erdogan jî ew bû ku ‘emê binêrin’,” Cavusoglu ji rojnameya Sueddeutsche Zeitung re got.

Erdogan pir caran gotibû ku fermana kuştina rojnamevanê Saudî Cemal Xaşiqcî, ku cara herî dawî di 2’ê Cotmehê de dema ketibû Konsulxaneya Erebîstana Saudî ya Stenbolê hatibû dîtin, ji “asta herî bilind ya hikûmeta Saudî” hatiye dayîn.

Erebîstana Saudî berî îdiayên kuştina Xaşiqcî red kiribû, lê piştre neçar mabû û gotibû ku Xaşiqcî di pevçûneke li konsulxaneyê de hatiye kuştin.

Rêvebirîya Rîyadê dîyar kiribû ku li ser kuştina Xaşiqci 18 kes hatine girtin, lê termê wî heta niha jî hîn nehatiye dîtin.

XS
SM
MD
LG