Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

McCain bi Nexweşîya Şêrpence Ketiye, lê Moralê Wî Baş E


Malbata senatorê Arîzona John McCain bi daxuyanîyekê ragihand ku McCain bi nexweşîya şêrpenceya mêjî (kansera mêjî) ketiye.

Nevenda saxlemîya Mayo Clinic ku McCain lê derman dibe, jî ragihand ku tîmoreke mêjî ya bi navê glioblastoma di wî de hate dîtin.

"Senator û malbata wî, ligel tîma me ya pispor pêdaçûne li ser hemî bijareyên berdest dikin ku ew nexweşî çawa were derman kirin. Dibe ku tedawîyeke bi kemoterapî û radyasyon bi hevre were kirin," daxuyanîya Mayo Clinic got.

Ofîsa McCain jî ragihand ku morale senatorê 80 salî baş e.

Piştî ku nûçeya nexweşîya McCain hate bihîstin, gelek kesitîyên navdar peyamên piştgirî ji wî re weşandin. Serokê berê Barack Obama ji hesaba xwe ya Twitter’ê peyameke hestîyar belav kir.

“John McCain qehremanekî Amerîkî ye û yek ji şervanên herî wêrek e ku min nas kiriye. Kanser nizane ku ew li kê qelibî ye. Rabe, şer bike, John.”

XS
SM
MD
LG