Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Civata Nûneran McCarthy Banga Lêpirsîna Ser Împîçkirina Biden Dike


Serokê Civata Nûneran ya Amerîka Kevin McCarthy yê Komarî dijî Serok Joe Biden yê Demokrat banga vekirina lêpirsîna ser dûrxistina ji kar kir.

McCarthy ji rojnamevanan re dîyar kir ku wî ji komîsyonên civatê re ser Serok Biden dest bi vekirina lêpirsîneke fermî bikin.

Civata Nûneran sala 2019’an û sala 2021’ê, ku hîngê di destê Demokratan de bû, ser Serokê Komarî Donald Trump du caran biryara împîçkirinê dabû.

Jimareke Komarîyan ser biryara împîçkirina Trump bertekên mezin nîşan dabûn û Civata Senatoran her du caran jî biryar pûç kiribû.

Biden, ku di hilbijartinên 2020’an de Trump têk biribû, dixwaze ku sala pêş jinûve were hilbijartin.

Komarîyên Civata Nûneran îdia dikin ku Biden ji sala 2009’an heta 2017’an, dema ew cîgirê serok bû, jibo berjewendîya karên bazirganî yên kurê xwe, Hunter iden kar meşandiye, lê ew ti delîl nîşan nadin.

Ne çaverê ye ku hewildanên ser împîçkirina Biden bi ser kevin û ger Civata Nûneran ya bin kontrola Komarîyan ser împîçkirinê biryar bide jî, ne li ber e ku ew li Civata Senatoran ya destê Demokratan were pejirandin.

Biden, meha Tîrmehê qerfên xwe bi wan Komarîyan kiribû ku dixwazin wî ji kar dûr bixin.

Wî gotibû ku enflasyon nizim dibe û dibe jiber wê sedemê Komarî dixwazin ku ew ji kar were dûr xistin.

Jêder: VOA, CNN

XS
SM
MD
LG