Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mitch McConnell Hevkarên Qanûndanerên Komarî Bo Astengkirina Erêkirina Seroktîya Biden Rexne Dike


Rêberê Piranîya Civata Senatoran Mitch McConnell
Rêberê Piranîya Civata Senatoran Mitch McConnell

Rêberê Piranîya Civata Senatoran Mitch McConnell îro Çarşemê hewildanên hevkarên xwe yên Komarî yên astengkirina erêkirina encamên Desteya Hilbijaran (Electrol College) rexne kir.

McConnell di axaftinek hestyar ya li Senatoyê de got ku hilweşandina encamên hilbijartinê dê zarara domdarî bide komara wan.

"Tevahîya hilbijêr, dadgeh û eyalet peyîvîn. Heke em wan têk bibin evê heya û heyê zararê bide komara me," McConnell got.

Hinek Komarî jibo ku Serok Donald Trump li ser kar bimîne her tiştî dikin, dibêjin ku ew ser îdayên sextekarîya hilbijêran lêpirsînê dixwazin.

Ew îdayana ji hêla serok Trump ve hatibûn xurt kirin lê, di dadgehan de gelek caran hatin pûç kirin.


"Dê neheqî û çewt be ku meriv ji destê hilbijerên Amerîkî mafên wan bistîne û dadgeh û eyaletan bi bendor bike. Ezê nebijim ku dengek wihas tevgerek protestoyî ya bê zarar e," McConnell got.







XS
SM
MD
LG