Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

General McKenzie: Hêzên Amerîkî Dê li Îraqê Bimînin


Ajansa AP hevpeyvînek ligel Fermandarê Fermangeha Navendî ya Amerîkî Kenneth McKenzie kir ku tê de behsa gelek mijarên girêdayî hebûna leşkerî ya Amerîkî li Rojhilata Navîn û gefeyên Îranê dike.

AP: Gelo li Afganistanê rewşa el Qayîde û DAIŞ çawa ye?

McKenzie: Ez bawer dikim el Qayîde hewil dide ku jinûve ava bibe. Ez niha ji vê bêtir nabêjim, lê ez bawer dikim ku el Qayîde bê guman dixwaze ku xwe careke din li Afganistanê damezrîne.

Gelo ew çekdarên nû li Afganistanê peyda dike?

Ez bawer dikim el Qayîde û DAIŞ him li nav Afganistan û him ji derveyê wê jî çekdarên nû tînin nav refên xwe.

We dîtîye ku Taliban bi wan re kar dike? We dîtîye ku Talîban rê bide el Qayide û DAIŞ ku xwe ji nû ve ava bikin?

Hîn derfet heye ku kiryarekî li dijî DAIŞ bikin, eger ew bixwazin vê yekê bikin. DAIŞ bê guman li seranserê welêt êrîşî Talîbanê kiriye. Vêca, ez bawer dikim ku bersivdana DAIŞ jibo Talîbanê dê hêsan be. Ez bawer dikim jibo wan, el Qayide pirsgirêkeke pir zehmetir e ku were çareser kirin. Talîban, tevî ku niha Afganistanê kontrol dike, ne rêxistineke yekbûyî ye. Gelek gengeşeyên navxweyî li nav Talîbanê derbarê rîya li pêş çê dibin. Helbet, tişta ku em dixwazin bibînin ew e ku Talîban bi xurtî li dijî el Qayîde rawestin, wekî ku di rêkefitina Dohayê ji me re got. Lê ez bawer nakim ev yek hîn jî bi temamî bûye.

Ji dawîya Tebaxê ve, ti êrîşên Amerîkî li Afganistanê derketine?

Dema em li Afganistanê dinêrin, em li DAIŞê û el Qayîde dinêrin.. me hewil da ku biryarê bidin eger plankirina êrîşekê heye jibo li dijî Amerîka êrîşekê pêk bînin. Karîna me jibo em vê yekê bikin, li ser bingeha wêneyên esmanî ye, li ser bingeha zanyarîyên vekirî ye, zanyarîyên nîşanan û hinek tiştên din. Niha jî em li ser vê yekê dixebitin. Em baş lê dinêrin, lê me ti êrîş heta niha pêk ne anîne.

Hejmara hêzên Amerîkî li Îraqê bo demekê wek xwe maye. Tu dibînî ku ew yek were guhertin?

Ez bawer dikim rola van hêzan hatiye guhertin. Hejmara leşkeran hema wek xwe maye û wê wek xwe bimîne, lê emê ligel hikûmeta Îraqê rêka paşerojê bi berdewamî giftûgo bikin.

Îraqî hîn xswe dispêrin Amerîkayê, bêtir jibo piştgirîya esmanî? Tu çaverê dike ev yek berdewam bike?

Ez çaverê dikim ku em pişgirîyeke sînordar bidin Îraqîyan. Lê cardî, ewê bi giştî û bi piranî proseseke ne şerker be.

Vê dawîyê hinek êrîş ji alîyê mîlîşyayên ser bi Îranê ve hatine kirin. Tu dibînî ku ew gefe mezintir dibe, yan jî tevlî nav hikûmeta nû li Îraqê dibe?

Ez bawer dikim Îranê ji pêşketinên siyasî li Îraqê ne razî ye. Ew ji serokwezîr Mustafa el Kazimî ne razî bûn. Ew ji encamên hilbijartinan ne razî bûn. Ew yek jî encama maytêkirina wan ya giran di siyaseta Îraqî de bû û rengvedanek vîyana xelkê Îraqê ye ku xwe ji zulmeke wisa xelas bike. Lewra, ez bawer dikim ku tişta ku ew dikin û tişta ku ew bi rîya komên bi wan re kar dikin, dikin, heta carna jî ew kom bi serê xwe kar dikin, pênasîn e ku tiştê li wir dikin ne yasayî ye. Vêca bi rîyên ne qanûnî û bi tundûtûjîyê dixwazin bigihêjin armancên xwe. Ji ber wilo, ez bawer dikim asta vê yekê bilind dibe û ez dibêjim dibe ku ev bilindbûn heta dawîya meha 12an dom bike. Em ji nêzîk ve vê yekê dişopînin. Em rojan berê xwe didin parastina hêzên me li Îraq û Sûrîyê.

Gelo hûn tiştekî nû dibînin wekî gefe ji alîyên van mîlîşyayên ser bi Îranê ve ku cihê xembarîyê ye?

Ew pir tore ne ku nikarin bandorê li avakirina hikûmetê bikin bi şêweyê ku ew dixwazin. Bawer dikim êrîşa jibo kuştina serokwezîr bûyereke pir girîng bû. Ez bawer dikim ku ew nîşana bê hêvîbûnê ye. Herwiha, ew bi rastî dixwazin hêzên amerîkî derkevin, lê hemû hêzên Amerîkî dê dernekevin. Li şûna wê, me hebûna hêzên xwe li wir guhertîye. Û emê di siberojê de peywendîya xwe ya ne şerker bi Îraqê re dom bikin.

Gotûbêjên Vienna yên derbarê Bernama navokî ya Îranê tiştek bidest nexist. Tu dibêjî rewşa ligel Îranê metirsîdartir bûye?

Îran hîn jî hewil dide ku xwe me ji şanoya bûyeran derxîne. Ew jibo vê yekê jî Îraq wekî qada şer dibînin. Ez bawer dikim ew xwediyên wê nêrînê ne ku ew dikarin aloziyê li Îraqê zêdetir bikin ku bihêle em derkevin û ewê ev yek bandorê li danûstandinên navokî ne. Ew ne pirsgirêkeke leşkerî ye. Ew pirsgirêkek jibo rêvebiriya Amerîkî ye. Lê ez bawer ew helwesteke metirsîdar e ku Îran dom bike, jiber ku ew nikarin van herdu tiştan ji hev cuda bikin.

Gelo programa Îranê ya muşekên balîstîk di dema dawî de pêş ketiye? Tu wê yekê çawa dinirxînî?

Tu dizanî ew miletê xwe birçî dikin jibo ku karibidin muşekên xwe ava bikin. Ev muşek di astên bilind de ne. astên bilind yên kuştinê û karînê. Gelek ji wan hene. Ew tiştekî nû ye di vê yeksaneyê de, bi rastî di 5 salên dawî de. Ev yek cihê xembarîyê ye jibo min, ligel êrîşên wan yên bejahî, êrîşên bi riya keştîyan di di salên dawî de û programa dronan ku ew jî pir çalak bûye.

XS
SM
MD
LG