Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

General McKenzie Behsa Serdana xwe ya Rojhilata Sûriyê Dike


Di hevpeyvînekê de li gel peyamnêra dengê Amerîka li Pentagonê Carla Babb, fermandarê komandariya hêzên navendî yên Amerîka(CENTCOM) general Kenneth McKenzie behsa kombûna xwe ya li gel fermandarê Hêzên Sûriya Demokrat Mezlûm Ebdî li rojhilata Sûriyê kir.

Wî got:

“Ez hefteya borî çûme Sûriyê û li rojhilata çemê Furatê li gel general Mezlûm kom bûm. Ne tenê general Mezlûm, belê min derfet hebû ku serdana hêzên me yên li wir bikim. Tiştê min gihandî general Mezlûm ew bû ku em di hevpariya wan de berdewam in. Me li newala çemê Furatê erkên dijî Daişê hene ku divê hîn pêk bên... Me her wiha behsa rêvebirina HSDê ya aware û girtiyan li wir kir. Em bi awayekê rasterast vê yekê birêve nabin û destêwerdanê jî tê de nakin, lê xemên me li dor wê hene. Xemên me ji aliyê ewlekarî û mirovahî ve hene.”

Di bersiva pirsiyarekê de li dor rola CENTCOMê di sivikirina barê HSDê yê aware û girtiyan de, general McKenzie got:

“Me ti riyên rasterast nînin ku em tiştekî di vê derbarê de bikin. Em rahênana hêzên ku diçin wir dikin, lê me pêwendiyên rasterast nînin. Em li gel Ajansa Amerîka ya Pêşvebirina Navnetewî (USAID) kar dikin. Em li gel hejmarek rêxistinên navnetewî yên alîklariyan kar dikin, lê ew alîkariyeke ne rasterast e.”

McKenzie behsa rewşa dawî ya herêma rojavayê çemê Furatê kir û got:

“Herêmên rojavayê çemê Furatê, yên ku Rûsya û Sûriyê wan kontrol dikin, ew cihê xemê ne li cem min, ji ber ku wan çi têgeheke seqagîriyê li wir nîne. Ew nizanin dê wê herêmê çawa birêve bibin piştî paqijkirina wê ya leşkerî. Nîrên geşbûna Daişê li wir hîn lidar in. Ev jî cihê xeman e. Me li wir hêz nînin. HSDê li wir kar nake. Em balê didin ser herêmên di bin kontrola me de.”

Fermandarê Amerîkî diyar kir ku ew dixwazin sîstemên xwecihî li Sûriyê ava bikin da ku ew bi xwe karibin rewşê birêve bibin, li gel piştgiriyeke biçûk ji Amerîka.

XS
SM
MD
LG