Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

McKenzie: Amerîka Dikare bi Hêzên Kêmtir Karê Xwe li Îraqê Bike


Fermandarê Hêzên Amerîkî li Rojhilata Navîn Kenneth McKenzie
Fermandarê Hêzên Amerîkî li Rojhilata Navîn Kenneth McKenzie

Fermandarê Hêzên Amerîkî li Rojhilata Navîn Kenneth McKenzie di hevpeyvîneke taybet de li gel Dengê Amerîka got ku Amerîka dikare bi hêzên kêmtir ên ser erdê şiyanên leşkerî yên Îraqê ava bike û fişarê li ser gurûpa Dewleta Îslamî ya terorîst bihêle.

Fermandarê komandariya Navendî ya Amerîkî(CENTCOM) got:

“Em dikarin karê xwe li Îraqê bi hêzên kêmtir bikin û kêmkirin dê bi rawêjkariya li gel hemî aliyan bibe.”

McKenzie got Amerîka niha li ser vê yekê kar dike.

Wî di hevpeyvîna xwe de doh Çarşemê li gel Carla Babb red kir ku behsa hejmara destnîşankirî ya serbazên Amerîkî li Îraqê bike. Amerîka niha di navbera 5,000 û 6,000 serbaz de li Îraqê heye.

Berpirsê berevaniya Amerîkî ji Dengê Amerîka re nîşan da ku renge berferehiyên pilanên kêmkirina hêzên Amerîkî li Îraqê piştî diyaloga Amerîkî û Îraqî, ya ku pêşbîne vê mehê bibe, werin ragihandin.

Bi sedema xemên li dor belavbûna vîrusa koronayê, hîn ne diyare ka dê niwênerên Amerîka û Îraqê li Waşintonê li hev kom bibin an dê tevlî kombûnên vîdyoyî bibin.

McKenzie got hikûmeta Îraqê bi awayekî gelekî tund û havildar hewil dide ku êrîşên hêzên hevalbendên Îranê li dijî bingehên Amerîkî û hêzên navnetewî kêm bike, ew êrîşên ku di demên berê de bibûn pirsgirêk di navbera Amerîka û Îraqê de.

Fermandarê CENTCOM got Îran di bin fişareke abûrî û dîplomatîk a mezin de ye, lê ew ziyanê digihîne xelkê xwe ji bo piştraskirina gefên xwe yên leşkerî, di nav de jî mûşekên balistî û nobedarên şoreşger ên Îslamî ku hîn di amadebaşiyeke bilind de ne.

Wî got:

“Ez nabînim ku gefa Îranê niha ji çend mehan berê kêmtir e.”

Kenneth McKenzie di dirêjiya hevpeyvîna xwe de, behsa Afganistanê û axaftinên Amerîka û Talîbanê kir û diyar kir ku Talîban pêgir nebûye bi rêkeftina aştiyê ya li gel Amerîka û got:

“Di demnekê ku Talîban hinekî huşdar e û êrîşî hêzên Amerîkî û koalisyonê nake, lê bi birastî, tundûtijiya wê ya dijî Afganiyan ji berê bêhtir e.”

Fermandarê Amerîkî her wiha behsa kombûna xwe ya çend rojan berê li gel fermandarê Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) Mezlûm Ebdî kir û got ew di hevalbendiya li gel HSDê de berdewam in.

XS
SM
MD
LG