Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump, General McMaster ji Kar Dûr Xist û Bolton Anî Şûna Wî


Serokê Amerîka Donald Trump ji Twitterê ragihand ku Şêwirmendê Ewlekarîya Neteweyî yê Qesra Sipî H. R. McMaster ji kar dûr xistîye û li şûna wî, Balyozê Amerîka yê berê li Neteweyên Yekbûyî (NY) John Bolton erkdar kiriye.

Trum ji Twitterê got ku ‘’General H. R. McMaster karên serkeftî kir û ewê her tim wek dostekî min bimîne. Ez ji wî re spasdar im.’’

Bolton di dewra George W. Bush de, Balyozê Amerîka li NY’ê bû ew li Fox Newsê şirovekar e û bi konservatîfîya xwe ya tund tê nasîn.

Bolton herwiha li ser fikra maytekirina leşkerî li Koreya Bakur û Îranê ye û dijî Rûsya jî helwesteke tund nîşan dide.

Bolton, dê di 9’ê Nîsanê dest bi karê xwe bike.

Serok Trump, berî H. R. McMaster, şêwirmendê ewlekarî yê wî yê pêşî Michael Flynn ji kar dûr xistibû.

Rojnameya Washington Post hefteya borî îdia kiribû ku Trump dê H. R. McMaster ji kar dûr bixîne, lê Berdevka Qesra Sipî Sarah Huckabee Sanders ew îdia red kiribû.

XS
SM
MD
LG