Serê sibeya Yekşemê kompaniya Moderna dest bi belv kirina vaksîna li dij COVID-19 kir, barên vaksînê bo hemû bingehên saxlemiyê li seranserî Amerîka hatin hinartin, welatê ku li gor zanîngeha John Hopkins herî li pêşe di hejmara tûşbûyî û miriyên vîrusa korona de ku zêdetirî 17.6 mîlyon tûşbûyên vîrusa korona hene û heta niha zêdetirî 316,000 kes mirine.
Moncef Slaoui berpirsê bernama pêşxistin vaksîna li dij vîrusa korona di rêveberiya serok Trump de gotiye CNN, qurtên pêşî yên vaksîna Moderna "îhtîmalek mezin heye" ku sibeya Duşemê bihên danîn. Slaoui got "dê belavkirina wê hinekî ji vaksîna Pfiezer hêsantir be jiber ku heweceyî ewqas pileya germê ya daketî nîne."
Saziya Xwarin û Dermanan ya Amerîkî roja Înê razîbûna xwe li ser belavkirina vakîsna Moderna diyar kirbû piştî ku hefteya borî dest bi belavkirina vaksîna Pfizer hatbû kirin.
Generalê leşkerê Amerîka Gustave Perna yê berpirs ji belavkirina vaksîna COVID-19 li sernaserî Amerîk roja Şemiyê daxwaza lêborînê ji 12 eyaletan kirbû ku dê ji hejmara vaksîna Pfizer-BioNTech kîmtir bisînin.
Di Preskonferansekê de bi rêya telefonê gotbû rojnamevanan"Dixwazim berpirsiyariya kesane ya xelet ragihandinê hilgirim ser milê xwe," wî di dema civînek têlefonê de dîsan got "Ez dizanim ku di van rojan de pir nayê kirin. Lê ez berpirsiyar im... Ev hewldanek zehmete û em nekamil in."
Perna got ku wî bi xeletî jimara datayên vaksîna ku wî bawer dikir dê amade bibin dane, cûdahiya di navbera dozên çêkirî û yên amadkirî de nehat zelal kirin.
Perna got ji vaksîna Pfizer û vaksîna Moderna, wan hêvî hene ku hikûmet heta hefteya yekê ji meha Çile 2021ê dê 20 mîlyon dozeyên vaksînê bide eyaletan.
Di vê navberê de, Slaoui roja Yekşemê hişyarî da ku dê jiber cejnên Krîsmasê hejmara tûşbûyan zêde bibe û gote tora CNN "Ew ê xerabtir bibe, ji ber ku em hîn jî di encama bargiraniya cejnên Spasgozariyê – Thanksgiving û kombûnên girseyî de ne, û mixabin dibe ku bi kombûnên Sersalê re hêj zêdetir bibe ... Ji ber vê yekê dê berdewam di zêdebûnê de be".