Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Betalkirina Meclîsa Şaredarîya Wanê Dibe Sedema Rexneyên Tund


Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê
Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê

Wezîrê Karê Navxweyî ya Tirkîyê di 19'ê Tebaxe de bajarvanên Wan, Amed û Merdînê ji kar dûrxistibûn û şûna wan qayum dîyar kiribûn.

Di heman demê de, meclîsa şaredarîya bajarê mezin ya Wanê hatibû betal kirin û piştî demekê jî ji meclîsên bajarokên Artemêt, Tuşba û Ebex (Çaldiran) 9 endamen meclîsê yên ji Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) ji kar hatibûn dûrxistin.

Walîyê Wanê Mehmet Emîn Bîlmez, ku bû qayumê şaredarîya bajarê mezin yê Wanê, 11 karmendên din yên dewletê bi xwe re wek qayum erkdar kirin.

Cemîl Komî
Cemîl Komî

Serokê Meclîsa Şaredarîya Bajarê Mezin yê Wanê Cemîl Komî, endamê HDP’ê ye û ew pêyvîrê hate dûrxistin.

Komî nerazîbûna xwe nîşan dide ku meclîsa ku bi dengê gel hatiye hilbijartin hatiye pûç kirin.

“Ev meclîs bi rêyên nehiqûqî hat betal kirin. Bi endamên meclîsê yên ji HDP’ê, herwiha endamên ji AKP’ê jî ji meclîsê hatin dûrxistin. Qayum jibo xwe 11 kes eşkere kirine û bi van kesan şaredariyê bi rêve dibe.”

Komî îdia dike ku ew biryar dibe sedama fikarên cûda jiber ku gelê Wanê nizane dirav û derfetên bajarvnîya wan jibo kê û çî tê xerç kirin.

AA_08_8_2019_Meclîsa_Wanê
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:09 0:00

XS
SM
MD
LG