Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Medvedev: Rêkeftinek Bo Sizayên Nû Dijî Îranê Heye


Serokê Rusî Dmitrî Medvedev roja Şemîyê got hevbîrîyek navneteweyî heye li ser sizayên nû dijî Îranê.

Têbînîyên wî dihên piştî du rojên danûstandinan ligel şîretvana Almanya, Angela Merkel.

Medvedev got ew hîvîdare rêveberîya Îranê dê “guh li dengê” civata navneteweyî be.

Rusya amade ne bûye sizayan danit ser Îranê, ji ber ku demek dirêje hevalbenda bazirganîyê ye.

Amerîka û welatên rojava, Îranê bi çêkirina çekên navokî tawanbar dike.

Îran radigehîne ku programa wê jibo mebestên aştîye.

Wezîrê derve yê Rusî, Sergei Lavrov roja Înî got Civata Tenahîya Neteweyên Yekgirtî nêzîke bernivîsa rêkeftina sizayên nû dijî Îranê, temam bike.

XS
SM
MD
LG