Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Medvedev Dibêje Toleyên Dijî Rûsya Wê Bibin Sedema Şer


Cîgirê Sekreterê Civata Ewlekarî ya Rûsya Dmitry Medvedev
Cîgirê Sekreterê Civata Ewlekarî ya Rûsya Dmitry Medvedev

Cîgirê Sekreterê Civata Ewlekarî ya Rûsya Dmitry Medvedev îro Pencşemê got ku di bin hin şert û mercan de, toleyên dijî Moskowê dibe ku wek kiryareke êrîşkar û rewakirina şer were dîtin.

"Ez careke din dixwazim bal bikşînim ku di bin hin şert û mercan de ev pîvanên dijminane jî dibe ku wek kiryareke êrîşkarîyeke navneteweyî werin nirxandin. Û heta sedema şer, " Medvedev got.

Wî bi berdewamî ani ziman ku mafê Rûsya heye ku xwe biparêze.

Rûsya di bin toleyên aborî yên tund yên welatên Rojavayî ye ku bersîvdana dagîrkirina wê ya Ukrayna hatine danîn ku Moskow wê yekê mîna operasyoneke leşkerî ya taybet bi nav dike.

Medvedev, ku serokê berê yê Rûsya ye, demekê mîna kesekî lîberal dihat dîtin, niha yek ji alîgirên herî tund yê şer e û rexneyên tund ser Rojava dike.

XS
SM
MD
LG