Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Medvedev Bang li NATO Dike ku Sîstema Patriot Nede Ukrayna


Serokomarê berê yê Rûsya Dmitry Medvedev bang li NATO kir sîstema berevanî ya muşekên Patriot nede Ukrayna.

Medvedvev, ku yek ji kesên nêzî Serokê Rûsya Vladimir Putin e, NATO bi piştgirîya bo rejîmên tundrê tawanbar kir.

‘’NATO, eger mîna Sekreterê Giştî Stoltenberg eşkere kirî, tevî karmendên NATO sîstema berevanî ya muşekên Patriot bide tundrêyên Ukraynî ewê rastexwe bibin yek ji armancên hêzên me yên çekdar’’ Medvedev got.

Wî berê jî dabû zanîn ku pêwistîya cîhana moder bi rêxistineke wekî NATO tune û dabû zanîn ku divê ew dawî li karên xwe bîne.

Rûsya di demên dawî de bu dron û muşekan êrîşan dibe ser binesazîyên bajarên Ukrayna û karbidestên Ukraynî bang li welatên Rojavayî dike ku bo xurtkirina sîstemên berevanîyê alîkarîya Kîevê bikin.

Welatên NATO, Moskowê jiber êrîşên li ser binesazîyan şermezar dikin û didin zanîn ku ewê pirtir alîkarî bidin Kîevê.

XS
SM
MD
LG