Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevan Yarkadaş: Di Desthilata AKP’ê de Givaştinên Ser Medyayê Zêdetir Bûne


Parlamanterê berê yê Partîya Gel a Komarî (CHP) û rojnamevan Bariş Yarkadaş her meh raporta bi navê “Di Medyayê de Binpêkirinên Mafan” parve dike.

Li gor vê raportê di meha Gulanê de rojnamevanek hat binçav kirin û 10 rojnamevan jî hatin darizandin.

Herwiha dadgehên Tirkîye jibo 2 rojnamevanan 3 sal û 3 meh cezayê zindanê birî. Dîsa li gor heman raportê gef li rojnamevanekê hat xwarin.

Yarkadaş ser raportê axifî û dîyar kir ku zextên deshilatê yên dijî rojnamevanan bê navber didomin û wî destnîşan kir ku darizandinên rojnamevanan jiber nivîs, çêkirina nûçe û parvekirinên medya civakî ne.

“Desthilat jibo ku qeyrana aborî û civakî ya heyî neye xuya kirin û nivîsîn dixwaze ku bi zextan medyayê bêdeng bike. Jixwe zextên ser medyayê tim hebû. Lê di dema desthilata AKP’ê de zextên sîstematîk yên ser medyayê pir zêdetir bû. AKP naxwaze ku were rexnekirin û kesên rexneyan dikin jî wek dijminê xwe dibîne.”

Li alîyekî din ve jî di vê raportê astengkirina 2 malperên nûçeyan û bi sedan nûçeyên ku li ser înternetê hatine weşandin û hatine asten kirin jî cîh digire.

“Bi taybetî desthilat naxwaze ku nûçeyên bertîlgirîyê werin xwendin û nûçeyên ser vê mijarê têne asteng kirin. Li gor min ev sansurkirin e. Herwiha tundîya polîsan ya dijî dijberan û nûçeyên ser talankirina xweza û jîngehê jî bi taybetî têne sansur kirin.

Hêjayî birxistinê ye ku li gor pêzanînên Sendîkaya Rojnamevanan a Tirkîyê (TGS) li zindanên Tirkîye 42 rojnamevanên girtî hene.

Rêxistina Rojnamevanên Bêsînor (RSF) jî di raporta azadîya medyayê ya îsal de ragihandibû ku ku Tirkîye di nav 180 welatan de di rêza 153’an de ye.

MEB_03_06_21B_Yarkadas
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:19 0:00

XS
SM
MD
LG