Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Endamê Kongresê Meeks Banga Vegera Sivîlên Kurd li Helebê Dike

Gregory Meeks
Gregory Meeks

Endamê Civata Nûneran ya Kongresa Amerîkî Gregory Meeks ragihand ku ew derbarê rewşa Helebê nîgeran e.

Meeks, ku endamê Demokrat yê Komîteya Peywendîyên Derve ya Civata Nûneran e, di postekê ser platforma X'ê got, “Ez bi berdewamî û bi nîgeranîyeke mezin rewşa li Helebê dişopînim û banga aramkirina lezgîn dikim.”

Endamê Kongresê piştgirîya xwe bo vegeraa derbiderên Helebê diyar kir û got, “Divê rê bi hemû derbiderên sivîlên bête dayîn ku vegerin malên xwe, û di heman demê de divê xwarin û pêdivîyên serekî bigihêjin deverên Kurdên Sûrîyê ku pêdivî pê hene.

Meeks herwiha ramana xwe li ser siberoja Sûrîyê diyar kir û da zanîn ku “Girîng e tevahîya civakên Sûrîyê bêne parastin û di Sûrîya nû de bêne naskirin.”

Komîteya Peywendîyên Derve ya Civata Nûneran li Kongresê, ku ji Komarî û Demokratan pêk tê, siyseta derve ya hikûmeta Amerîkayê di warê diplomatîk, ewlekarîya niştimanî û pirsên mafên mirovan de dişopîne.

XS
SM
MD
LG