Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Îraqê Mehdî jibo Silêmanî û Muhendîs Sê Roj Şînîya Netewî Radigihîne


Serokwezîrê Îraqê Adul Abdul Mehdî îro Şemîyê jibo qumandarê Îranî Qasim Silêmanî û rêberê mîlîşayê yê Îraqî Ebu Mehdi el-Muhendîs, ku di êrîşeke esmanî ya Amerîkî de hatibûn kuştin, şînîya sê rojî ragihand.

“Serokwezîr û Fermandarê Giştî Adil Abdul Mehdî jibo ruhên şehîdan fermana ragihandina sê roj behîya netewî dide,” ofîsa wî di daxuyanîyeke nivîskî de ragihand.

XS
SM
MD
LG