Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

AFP: Mehdî û Barzanî Ser Budceya Herêma Kurdistanê Hevbîr Bûn


Serokwezîrê Îraqê Adil Abdul Mehdî îro Pêncşemê bi serokê Partîya Demokrata Kurdistanê Mesûd Barzanî re, li Bexda hevdîtinek kir.

Serdana Barzanî, serdana yeke ya di nav du salên borî de ye ku peywendîyên navbera Bexda û Herêma Kurdistanê piştî referanduma serxwebûnê xirabtir bûbûn.

Ofîsa serokwezîrîya Îraqê hevdîtina îro ji bîragiştî re ragihand û wêneyek weşand ku tê de Barzanî, li şuna kincên Kurdewar bi daqimeke tarî xuya dibû.

"Ji me re pir girîng e ku peywendîyên navbera Bexda û Hewlêrê baş û bê pirsgirêk bin. Em di hemî waran de pêşketinên berbiçav dibînin," Mehdî roja Çarşemê ji nûçegîhanan re gotibû.

Karbidestekî Îraqî, ku ji naveroka hevdîtinê agahdar e, ji ajansa AFP re ragihand ku her du alî damêzrandina hikûmeta nû ya Îraqê û para Herêma Kurdistanê ya ji budceya netewî gotûbêj kirin.

Wî jêderî da zanîn ku li ser budceyê lihevkirineke pêşîn di navbera her du alîyan de pêk hatiye.

Di referanduma sala borî de 92 ji sedê Kurdan piştgirî dabû cudabûna ji Îraqê, lê hikûmeta federalî ew referandum bi tundî red kiribû û toleyên aborî danabû ser Kurdan û herêmên kêşebar yên wek Kerkûkê xistibû bin kontrola xwe.

Piştî ku Mehdî di Cotmehê de wek serokwezîr hatibû erkdar kirin, peywendîyên xirab ber bi başbûne ve diçin û berbijarê Barzanî, Fuad Huseyîn wek wezîrê darayî hatibû destnîşan kirin.

XS
SM
MD
LG