Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Meksîko Dixwaze Tixubê ligel Guatemala Xurt Bike


Tixubê Meksîko û Guatemala

Wezîrê Derve yê Meksîko Marcelo Ebrard îro Sêşemê got ku divê ew kargehên li ser sînorê başûr yê bi Guatemala re firehtir bikin ku rê li ber hatine penaberan bigirin.

Ebrard di preskonferansa heftane de got ku serketina rêketina ligel Amerîka ya hefteya borî girêdayî xurtkirina tedbîrên li ser tixub e.

“Me heta niha bi têra xwe girîngî neda tixubê başûrê Meksîko. Divê em bi helwesteke nû tedbîrên ewlekarî li wê derê xurt bikin da ku herikîna penaberên neqanûnî bisekinînin.”

Amerîka û Meksîko heftya borî li hev kiribûn ku hatina penaberên qaçax yên ser tixubên xwe asteng bikin.

XS
SM
MD
LG