Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve yê Meksîko Dê Serdana Washingtonê Bike


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Wezîrê Derve yê Meksîko dê roja Duşemê serdana Washingtonê bike.

Reutersê ew agahî ji zarê Serokomarê Meksîko Andres Manuel Lopez Obrador ragihand.

Lopez Obrador û Serokê Amerîka Joe Biden roja Înê bi rêka telefonê axifîn.

Wî bi twîtekê da zanîn ku axaftina wî ya bi Biden re ji dil bûye.

Serokê Meksîko dîyar kir ku Wezîrê Derve Marcelo Ebrard dê roja Duşemê serdana Washingtonê bike.

Ebrard dê derbarê Hilcivîna Amerîka, ku çaverê ye di Hezîranê de li Los Angelesê li dar keve, bi karbidestên Amerîkî re biaxife.

XS
SM
MD
LG